Etanol
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tîrmeh 2026) |
Etanol | |
|---|---|
| Pêk tê ji | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Etanol alkoleke alîfatîk, monohîdrik û seretayî (prîmer) e ku formula wê ya molekulerî C₂H₆O ye. Ev madde di rewşa xwe ya saf de, di germahiya odeyê de şileke bêreng û pir şewitok e; tama wê dişewitîne û xwediyê bêhneke taybet û biharatî (hinekî şirîn) e.[1] Ev madde ku wekî jehreke kezebê tê dabeşkirin, bi awayekî berfireh ji bo bikaranîna di kelûpelên xerîdar û vexwarinên alkolî de, wek şerab, bîra û vexwarinên alkolî yên din, tê hilberandin; ev vexwarin ji materyalên zengîn bi karbohîdratan, bi rêya pêvajoya fermentasyonê ya bi alîkariya hevîrtirşê, têne bidestxistin.
Veguhertina şekir bo etanolê bi rêya fermentasyonê, yek ji reaksiyonên herî kevin a biyokîmyayê ya naskirî ye. Ji sedsala 19an vir ve, etanol ji bo armancên pîşesaziyê ji etenê tê hilberandin. Etanol hem wekî helîner ji bo maddeyên ku di warê bijîşkî an kozmetîkê de têne bikaranîn (wekî bîhnxweş, aroma, rengdêr û dermanan) û hem jî wekî desînfeksiyonê bi berfirehî tê bikaranîn.[2] Pîşesaziya kîmyayî wê hem wekî helîner û hem jî wekî maddeya destpêkê ji bo sentezkirina berhemên din, mîna esterên etîl ên asîdên karboksîlîk, bikar tîne.
Etabol wekî sotemeniya biyolojîk tê bikaranîn — bo mesele, wekî ya ku jê re dibêjin biyoetanol. Mesele, sotemeniya E85ê ji hêla qebareyê ve ji %85 etanolê dihewîne.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Ethanol". PubChem. National Library of Medicine. Roja gihiştinê 28 îlon 2021.
- ^ "alcohol". The Oxford English Dictionary: Being a Corrected Re-Issue of with An Introduction, Supplement and Bibliography of a New English Dictionary on Historical Principles. Cild 1 A-B. Oxford: Clarendon Press. 1913. r. 209. Roja gihiştinê 19 îlon 2025 – bi riya Internet Archive.
- ^ "2008 World Fuel Ethanol Production". Ellisville, Missouri: Renewable Fuels Association. Roja gihiştinê 21 hezîran 2024.