close
Here naverokê

bac

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈbɑːd͡ʒ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: bac
[biguhêre]

bac m

  1. (bac) Pareyên ku her kes li gor rêjeya muçeya xwe dide dewletê da ku dewletxizmetên giştî bi cih bîne.
    Hevmane: bêş, tar, bide, zerîbe, xerac, vêrgî, olam, maliyat
  2. Qehr; behecîn.
    • Wadê li min nêrî û dît ko ez jî dixwazim bibim tiştekî, qehr û baca wî ji min hat û li windakirina min digeriya... — (1934-1943, amadekariya Firat Cewerî, Hawar, cild 2, hejmarên 24-57, Weşanên Nûdem, di 1998 de hate weşandin)

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Cohtê hebeşan bi-terfeti l-'eyn
    Anî qederek ji Espehan bac
    Sîma ko numa nema li hiş sîm
    — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bac
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bac bac
Îzafe baca bacên
Çemandî bacê bacan
Nîşandera çem. bacê wan bacan
Bangkirin bacê bacino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bacek bacin
Îzafe baceke bacine
Çemandî bacekê bacinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *bʰeh₂g- (belav kirin, parve kirin), hevreha beg, beş, bexş, pexş, pexşan û belkî pişk yên kurdî, baj ya pehlewî, باژ (baj) / باج (bac) / باج (bac) / پاژ (paj), farisiya kevn 𐎲𐎠𐎪𐎶 (baci-), avestayî bejet (belav kirin), sanskrîtî भजति (bhajati, belav kirin)...

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya tax a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

bac

  1. xeraç, bêj, beş, wac, qehir[1]

Çavkanî

[biguhêre]