Pêşdîrok heyama dîroka mirovahiyê ye ku bi derketina amûrên kevirî yên yekem nêzîkî 3,3 milyon sal berê dest pê dike û bi îcada sîstemên nivîsînê re bi dawî dibe. Bikaranîna sembol, nîşan û wêneyan di nav mirovan de pir zû xuya kiriye, lê sîstemên nivîsînê yên herî kevn tenê 5000 sal berê derketiye holê û ji bo ku pergala nivîsandinê bi berfirehî were pejirandin bi hezar salan berdewam kiriye. Sîstemên nivîsînê di hinek kulturên mirovan de heta sedsala nozdehan û di hinek kulturên din de heta van salên dawî nehatine pejirandin. Ji ber vê yekê li gorî roja îcadkirina nivîsînê dawiya vê serdemê di herêmekê de ji ya herêmeke din dibe cuda be. Wek nimûne bi gelemperî tê qebûlkirin ku pêşdîrok li Misirê di dora 3100 b.z. de bi dawî bûye, lê dawiya serdema pêşdîrokê de li dor sala 1900an p.z. de, li Gîneya Nû gelek nû derketiye holê. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
BZ 356 – Ciwanek bi navê Herostratusê, Peristgeha Artemisê yê li Ephesusê (bi tirkî: Efes) şewitand. Ev peristgeh îro yek ji heft nuwazeyên cîhanê tê qebûlkirin.
365 – Li bajarê Îskenderiye yê Misrê erdhejek kir ku tsunamî derkeve û ev tsunamî bajarê Îskenderiyeyê tarûmar kir. Di nav bajarê de 5.000, li derveyî bajarê 45.000 kes jiyana xwe ji dest dan.
1774 – Şerê Osmanî-Rûsan (1768-74): Rûsya û Împeratoriya Osmanî di dawiya herbê de Peymana Küçük Kaynarcayê îmze kirin.
1944 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Claus von Stauffenberg û şirîkên wî di 20ê tîrmehê de hewl dan ku ji Adolf Hitlerê re sûîqestek bikin lê bi ser neketin û îro li Berlînê hatin îdamkirin.
1946 – Li Tirkiyeyê cara ewil hilbijartinên pirpartîtî hate kirin. CHP 396, DP 65 kursî bi dest xist.
1949 – Senatoya Dewletên Yekbûyî Peymana Bakurê Atlantîkê tesdîq kir. Ev peyman, peymana avakar yê rêxistina NATOyê bû.
1977 – Herba di navbera Lîbya-Misirê de dest pê kir. Ev şer çar rojan dewam kir.
1983 – Li dinyayê germahiya herî kêm li Stasyona Vostokê yê li Antarktîkayê hate pîvandin: -89.2 °C.