Pêşdîrok heyama dîroka mirovahiyê ye ku bi derketina amûrên kevirî yên yekem nêzîkî 3,3 milyon sal berê dest pê dike û bi îcada sîstemên nivîsînê re bi dawî dibe. Bikaranîna sembol, nîşan û wêneyan di nav mirovan de pir zû xuya kiriye, lê sîstemên nivîsînê yên herî kevn tenê 5000 sal berê derketiye holê û ji bo ku pergala nivîsandinê bi berfirehî were pejirandin bi hezar salan berdewam kiriye. Sîstemên nivîsînê di hinek kulturên mirovan de heta sedsala nozdehan û di hinek kulturên din de heta van salên dawî nehatine pejirandin. Ji ber vê yekê li gorî roja îcadkirina nivîsînê dawiya vê serdemê di herêmekê de ji ya herêmeke din dibe cuda be. Wek nimûne bi gelemperî tê qebûlkirin ku pêşdîrok li Misirê di dora 3100 b.z. de bi dawî bûye, lê dawiya serdema pêşdîrokê de li dor sala 1900an p.z. de, li Gîneya Nû gelek nû derketiye holê. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1936 – Hikûmeta Spanyayê ji ber şerê navxweyî (şerê sivîl) ji dinyayê alîkarî xwest.
1943 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Balafirên Kanada û Îngilîstanê êvaran, balafirên Amerîkayê jî şeveqan bajarê Hamburgê bombebaran kirin. Di mehê gelavêjê de wextê ku operasyon xilas bû, derket holê ku 9.000 ton teqemenî hatiye bikaranîn, zêdetirî 30.000 kes mirine û 280.000 xanî hilweşiyane.
1977 – Şerê Lîbya-Misrê, ku çar rojan berdewam kir bi dawî bû.
1982 – Barana dijwar kir ku erd şemîtî, pirrêk li Nagasaki, Japonyayê xira bû û 299 kes mirin.