close
Here naverokê

Trablus

Trablus
طرابلس Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajarên paytext
طرابلس Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Alaya Trablus
Mertalê Trablus
Trablus li ser nexşeyê
Map
Trablus li ser nexşeya Lîbya nîşan dide
Trablus
Trablus
Koordînat: 32°53′15″Bk 13°11′15″Rh / 32.88750°Bk 13.18750°Rh / 32.88750; 13.18750
DewletLîbya, Italian Libya, Italian Tripolitania Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Tripoli District Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Lîbya
  • Kingdom of Libya
  • Tripoli District
  • Federation of Arab Republics
  • Tripolitania
  • Italian North Africa
  • Great Socialist People's Libyan Arab Jamahiriya
  • Libyan Arab Republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnêSedsala 7an b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerFînîkya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî3127 km2 (1207 sq mi)
Bilindahî
81 m (266 ft)
Nifûs
1.293.016 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê21 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyêLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.tripoli.info Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Trablus[çavkanî hewce ye] (bi navên Trablisxerb[1] û Trîpolî[2] jî tê nasîn, bi erebî: طرابلس الغربية‎, lat. Terabulus el-xarbiyye "Trablusa rojavayî" an طرابلس, Terabulus, bi yewnaniya kevin: Τρίπολις, Trîpolîs, bi wateya "Sê bajar"), paytext û bajarê herî mezin ê Lîbyayê ye ku li gorî daneyên sala 2019an nifûsa bajêr nêzî 1.18 milyon kes e. Bajêr li bakurê rojavayê Lîbyayê li qiraxa çolê ye û li ser xala erdek kevirî hatiye avakirin ku ber bi Deryaya Navîn ve diçe.

Trablus malavaniya Bendera Trablusê dike ku navenda bazirganî û hilberîna herî mezin a Lîbyayê ye. Di heman demê Zanîngeha Trablusê jî li bajêr e. Baregeha berfireh a Bab el-Azizia, ku sîteya berê ya malbata Muemer Qedafî tê de ye li bajêr e. Qedafî bi giranî welat li vê baregehê birêve dibir.

Trablus berî ku bikeve destên serwerên yewnanî yên cyrenaica wekî Oea (bi yewnanî:Ὀία, Oía), di sedsala 7an a berî zayînê de ji aliyê fenîkiyan ve hatiye avakirin ku navê Lîbîko-Berberî Oyat (fenîkî:𐤅𐤉‬‬𐤏‬𐤕‬, Wyʿt) li bajar danîne. Ji ber dîroka dirêj a bajêr, li Trablusê gelek cihên girîng ên arkeolojîk hene.

Trablus li rojavayê Lîbyayê li nêzîkî sînorê Tûnisê, li parzemîna Afrîkayê hatiye avakirin. Bajêr zêdetirî hezar kîlomêtre dûrî bajarê Bingazî yê ye ku Bi gazî duyemîn bajarê herî mezin ê Lîbyayê. Bajar bi qasî 70 kîlometreyan li bakurê Çiyayên Nafusa ye ku çavkaniya çemên demsalî yên wekî Wadi Al-Mjeneen e.

  1. ^ Bedirxan, Celadet Alî (1985). Ronahî Hejmar 1-28 (1942-1945). Uppsala: Jîna Nû. r. 259.
  2. ^ Îzolî, D. (2007). Ferheng: kurdî-tirkî, Türkçe-Kürtçe. Amed: Deng. r. 1148. Trîpolî

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]