Kûz
Xuyakirin
| Kûz an kûzeyê daran | |
|---|---|
| Dabeşandina zanistî | |
| Cîhan: | Animalia |
| Filûm: | Chordata |
| Bir: | Mammalia |
| Kom: | Carnivora |
| Famîle: | Mustelidae |
| Cins: | Martes |
| Cure: | M. martes |
| Navê zanistî yê latînî | |
| Martes martes (Linnaeus, 1758) | |
| Belavbûna Kûzê (kesk – xwecî ye, sor – derbas kirî ye) | |
Kûz, kûjk[2], qûz an kûzeyê daran (Martes martes), cureyekî kûzeyên biçûk ku xweciyê Ewropayê û hinek herêmên Asyayê wek Kurdistan, Tirkiyê, Îraq û Îranê ye.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dirêjiya kûzê nêzî 53 cm û dirêjiya dûvikên wê bi pirç ger 25 cm be. Nêr ji mê mestir e. Giraniya kûzê nêzî 1.5 kilograman. Rengê kûzê qehweyî tarî ye û deqên zer ser qitika wê hene.
Warên sirûştî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kûz li daristanan dijî ye ku malên xwe di kunên daran de ava dike.
Reftar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Parêzî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kûz çûk,hêkên balindeyan, beq,candekên lawirên mirî, mêş û mûr, sihorê gewr û guhandarên biçûktir dixwe.Lê kûz mêwe, hingiv û fistiqan jî dixwe.
Temen
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kûz ta temenê 18 dijî dema ku girtî be, lê li bejî yê ta 8 an 10 salan dijî ye.
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Nêzî rûyê kûzê
-
Şûnên piyên kûzê ser celbê.
-
Şûnên piyên kûzê ser berfê.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Kranz, A., Tikhonov, A., Conroy, J., Cavallini, P., Herrero, J., Stubbe, M., Maran, T. & Abramov, A. (2008). Martes martes. In: IUCN 2008. IUCN Red List of Threatened Species. Downloaded on 21 March 2009. Database entry includes a brief justification of why this species is of least concern
- ^ Kitanî, Misûd Mistefa (2005). Kûvêt Kurdistanê. Dihok: Spîrêz. r. 33.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kûz de hene.
Martes martes, ser Wîkîcureyê.
- Aigas Field Centre European Pine Marten ecology page Girêdana arşîvê 2010-01-03 li ser Wayback Machine
- Wilderness Classroom- Pine Marten Girêdana arşîvê 2010-02-12 li ser Wayback Machine
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |