close
Here naverokê

Tawan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tawan, binas an jî sûc kiryarekî neqanûnî ye ku ji aliyê dewlet an jî otorîteyekê din ve tê cezakirin. Peyva sûc di hiqûqa cezayê ya nûjen de, xwediyê pênaseyeke hêsan û pejirandî ya gerdûnî nîne, her çend pênaseyên qanûnî ji bo hin armancan hatine pêşkêşkirin. Nêrîna herî populer ew e ku sûc kategoriyek e ku bi qanûnê hatiye afirandin; bi gotineke din, eger tiştek ji aliyê qanûnên pêwendîdar û derbasdar ve weke sûc bê ragihandin, sûc e. Pênaseyeke pêşniyarkirî ev e ku sûc kiryarek e ku ne tenê ji hin kesan re, lê di heman demê de ji civat an jî dewletekê re zirardar e ("xeletiyeke gelemperî"). Kiryarên bi vî rengî qedexe ne û bi qanûnê tên cezakirin.